"Parka Tebîetê ya Golbaşiyê" ya li Golbaşiya navçeya Adıyamanê bi rengên payîzê xemilî.
Parka ku her demsal bala ziyaretvanan dikişîne bi hatina payîzê ra pelên daran zer û sor bûn û dîmenên xweşik derketin meydanê.
Wênekêş û ziyaretvanan diçin serdana parkê û wêneya dikişînin.
Li "Parka Tebîetê ya Golbaşiyê" 63 cure çivîk hene.
Ji ziyaretvanan Mehmet Gulê hunermendê wêneyên tebîetê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ji Entabê dawiya hefteyê hatiye dîtina parkê.
Gul diyar kir divê her kes "Parka Tebîetê ya Golbaşiyê" bibîne û got ku hewaya parkê zehf xweş e û dîmenên balkêş hene.