“Paşa” ji bo qurbanê amade ye

Gayê 3 salî tonek û nîv e û bihayê wî jî 45 hezar lîre ye...

“Paşa” ji bo qurbanê amade ye

Li gundê Tozlucaya Selîma navçeya Karsê ev 3 sal in ji bo qurbanê ji aliyên xwediyê xwe tê xwedîkirin. Giraniya gayê ku navê wî Paşa ye, ji niha ve bûye tonek û nîv. Ji bo Paşa jî 45 hezar lîre tê xwestin.

Navê wî Paşa ye, giraniya wî jî ji tonek û nîvî derbas bûye.

Ev 3 sal in ji aliyê xwediyên xwe ve wek ferdekî malbatê tê xwedîkirin.

Xwediyê Paşayê got, ‘’Paşayê qurbaniyan li ba me ye, gayê me êdî yê firotanê ye. Me bi taybetî lê nihêrî û ew mezin kir. Kesên ku bikirin wê poşman nebin.’’

Paşa di Cejna Qurbanê de wê bê firotin.

Xwediyên Paşa ji bo wî 45 hezar lîreyî dixwazin, lê dibêjin heya cejnê Xwedê mezin e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE