Li Siirtê li gundekî herkes ji heman malbatê ye û paşnavê wan heman e. Li gundê Dirbê yê Misirca Siirtê 93 malbat 725 kes dijîn.
Ev der gundê Dirbê yê bi ser navçeya Misirca Siirtê ye. Li vî gundî her kes ji heman malbatê ye û xizmên hevdu ne. Paşnavê hemû gundiyan jî heman e.
Li gund bi temamî 93 malbat û 725 kes dijîn û paşnavê hemûyan Yeşilyurt e.
Li ser gund mezrikek jî heye û 180 kesên ji mezrikê jî bi heman paşnavî ne.
Li gund hema hema her kes dotmam û pismamê hev e.