Payîza Baxçeyên Hewselê

Hin cureyên çûkan koç kirin, hinek jî nû tên herêmê...

Payîza Baxçeyên Hewselê

Payîzan, li Baxçeyên Hewselê hin cureyên çûkan koç dikin, hin cureyên din jî nû tên. Qada 3 hezar donimî bi sedan cureyên çûkan dihewîne.

Baxçeyên Hewselê yên Amedê ji berê û paşê de warê çûkên cur bi cur e.

Çûkên ku di biharê de hatibûn, bi payîzê re koç kirin. Niha jî cureyên din tên herêmê.

Li qada 3 hezar donimî 200 cureyên çûkan hene.

Şêniyên Hewselê dibêjin li herêmê, dengê teyr û tilûr her demsal olan dide.

Dîroka nûkirinê: 07 Mijdar 2019, 18:13
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE