Payîzxêr ket, dema çandiniyê ye

Rewaya erdan çû, cotkar tov direşînin

Payîzxêr ket, dema çandiniyê ye

Li herêmê dema çandiniyê ye. Cotkarên Qosera Mêrdînê bi mîmzeran toximê ceh û geniman davêjin erdên xwe.

Tovên ceh û genim li mîmzeran bar dikin,

Davêjin pey traktorê û li erdan direşînin…

Li herêmê şilî barî û payîzxêr ket. Piştî baranê rewaya erdan çû û cotkarên Qoserê jî dest bi çandiniya erdan kirin.

Ew, tovên ceh û geniman bi mîmzeran davêjin zeviyan.

Ji xeynî toximan, ji bo çandinî baştir bibe, cotkar gubre jî davêjin zeviyên xwe.

Dîroka nûkirinê: 22 Mijdar 2018, 11:33
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE