Penaber îsotê çêdikin

Li bajêr bi hezaran penaber di karên çandiniyê de dixebitin.

Penaber îsotê çêdikin

Li Dîlokê, dema hişkkirin û çêkirina îsotan dest pê kir. Li bajêr nêzî 500 hezar koçberên Sûriyeyî hene. Piraniya penaberên li bajêr jî di karên bi vî rengî de dixebitin.

Ji ber şerê nevxweyî yê li Sûriyê bi milyonan kesî mal û milkên xwe terikandin û bûn penaber.

Li Dîlokê nêzî 500 hezar koçber hene. Ew li bajêr di karên çandiniyê de dixebitin û bi vî awayî debara xwe dikin.

Penaberên ku di karê hişkkirin û çêkirina îsotan de dixebitin dibêjin em mecbûr in ku bixebitin.

Penaber dixwazin di nav demeke kurt de şer biqede û vegerin welatên xwe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE