Penêrê çeçîl ê Karsê

Penêrê ku çêdikin di nav eyaran de bi mehan vedişêrin

Penêrê çeçîl ê Karsê

Her kesî nav û dengê penêrê çeçîl ê Karsê bihîstiye. Niha li herêmê çêkirina penêrê navdar dest pê kiriye. Penêrê herêmî bi keda jinan di nav 3-4 rojan de tê çêkirin.

Berbanga sibehê pezê xwe didoşin û pişt re şîrê xwe bi makîneyê dikên.

Ji toyê şîr nivîşk, ji şîrê ku ji makîneyê derdikeve jî penêr çêdikin.

Wî penêrî jî bi seatan, di nav beroşên mezin de dikelînin.

Li zozanên Karsê van rojan penêrê herêmê yê navdar, penêrê çeçîl tê çêkirin.

Ji bo haziriyên zivistanê barê herî mezin jî li ser jinan e.

“Em penêrê ku çêdikin hema naxwin. Em ê niha devê tulux saxlem bigirin ku penêrê me tê de ziwa bibe. Em heta 2-3 mehan jî devê wê venakin…. Li mala me tu kes penêrê bîdonan naxwe. Divê em di eyaran de çêkin. ”

Karsî bi taybetî jî penêrê çêçîl di nav eyarên ku ji postê pez çêdikin de vedişêrin.

Bi saya vê penêr bi mehan xira nabe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE