Penêrê navdar ê Çîçalê

Bi zor û zehmetiyeke zêde tê çêkirin

Penêrê navdar ê Çîçalê

Penêrê Çîçalê penêrekî navdar e û zêdetir li Karsê tê çêkirin. Lê çêkirina vî penêrî ewqas ne hêsan e.

Penêrê çîçalê, bi şîrê çêlekan zêdetir li Karsê tê çêkirin û li herêmê penêrekî navdar e.

Şîrê ku rûnê wê jê tê girtin rojekê tê tirşkirin, paşê tê meyandin û di sîtilan de tê kelandin.

Dema ku şîr baş dikele jin şîr li hev dikin û heta penêr têl têl bibe dewam dikin.

‘’Divê em şîr baştir bikelînin. Em heta ku penêr têl têl bûye şîr dikelînin. Bi vî awayî penêr dibe çîçal. Paşê em wî ji sîtilan derdixin li ser daran radixin.”

Pişt re penêr tê xistin nav cerm û bi qasî 2 mehan jî di nav post de dimîne.

Wê demê jî ji bo ku di nav penêr de av nemîne devê post her roj tê vekirin, ava penêr tê derxistin û pişt re dîsa tê girtin.

Dema ku zivistan hat penêr ji nav post tê derxistin û tê xwarin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE