Penêrê navdar ê gravyerê li Türkiye bi tenê li Karsê tê çêkirin. Her qalibekî penêr 100 kîlo ye û jı bo qalıbekî 2 ton û nîv şîr tê bıkaranîn. Penêrfıroş, qalıban perçe dıkın û dıfroşın.
Li herêmê piraniya welatiyan heywandariyê dikinû bi qatixê çêdikin jî debara xwe dikin.
Heywandarên Karsî jî bi taybetî penêrê gravyerê çêdikin. Penêrê navdar ê gravyerê gelek tê ecibandin û tê tercîhkirin.
Penêrfiroş qalibên sed kîloyî bi kêrên taybet dibirin û ji bo ku bifroşin pakêtên dudo an sê kîloyî çêdikin.
‘’Penêrê gravyerê li Türkiyê bi tenê li Karsê tê çêkirin. Her qalibekî penêr ji sed kîloyan pêk tê û ji bo qalibekî 2 ton û 500 kîlo şîr tê bikaranîn. Penêrê Karsê pir bi qalîte ye.”
Penêrê Karsê him li bajêr tê firotin him jî tê şandin bajarên din.