"Penêrê Rihayê" bi tehma xwe ya xweş va êdî tescîlkirî ye

Li Tirkiyeyê ji bajarên ku xwarin û tehmên wê zêde ne yek jê Riha ye û "Penêrê Rihayê" ji taştêyan bigir heta tevlî şîraniyan dikin, bi tehma xwe ya xweş va êdî tescîlkirî ye.

"Penêrê Rihayê" bi tehma xwe ya xweş va êdî tescîlkirî ye

Li Tirkiyeya ji hêla çand, huner û gastronomiyê va gelek dewlemend e her bajar bi hin taybetiyên xwe va derdikevin pêş û di nav bajarên xwarin û tehmên wê zêde ne de Riha jî heye û "Penêrê Rihayê" ku ji sifreyên taştêyan bigir heta tevlî şîraniyan dikin, bi tehma xwe ya xweş va êdî tescîlkirî ye.

"Penêrê Rihayê" bi tehma xwe ya xweş va êdî tescîlkirî ye

Saziya Patentê ya Tirk li ser navê Rihayê ecîn, kebaba pîvazê, lehmecûn, tîrît, kebaba cegerê, şîrînahiya şilikê, kebaba balîcanan û ya xwerûyê ku tescîl kiribû herî dawîn jî penêrê Rihayê tescîl kir.

Borseya Bazirganiyê ya Şanliurfayê (BBŞ) ji bo ku xwarin, tehm û eklên bajêr li ser navê bajêr bide pesendkirin gelekî hewl dide û herî dawîn jî ji bo tescîlkirina "Penêrê Rihayê" ku serê sibehê li ser sifreyên taştê tevlî "Îsota Rihayê" tê xwarin û tevlî nav şîrînahiyên kunefe û helawan tê kirin, tehma devê mirov xweş dike.

Serokê BBŞê Mehmet Kaya daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku Riha di nav bajarên herî kevn ên dinyayê da cî digire û ji ber dewlemendiya xwarin û tehmên xwe va jî navê wê li çar aliyê dinyayê belav bûye. Kaya destnîşan kir ku heya ji destê wan tê ew dixwazin li tehmên bajêr xwedî derkevin û wiha domand: "Ji bo tescîlkirina tehmeke bajêr gelek ked lazim dike. Wek borseyê me herî dawîn rûnê xwerû dabû tescîlkirin û hefteya borî jî ji bo penêrê Rihayê me îşareta erdnîgariyê hilda. Penêrê Rihayê bi tehma xwe, bi rengê xwe û rûnê xwe va tehmeke malê bajarê Rihayê ye. Ev penêr ji şîrê mêşinan tê çêkirin û tu madeyeke kîmyewî tevlî nabe. Ev penêr ji sedî 100 bi keda destan çêdibe. Li welatê me gelek cure penêr hene lê em bi penêrê Rihayê va ji xwe bawer in."

- Kunefeya Rihayê jî tehma xwe ji penêr hildide

Hostayê kunefeyê Murat Ateş jî destnîşan kir ku tehmên bajêr dema tên tescîlkirin ew bi vê yekê kêfxweş dibin û wiha domand: "Ez bi salan e li bajêr kunefeyê çêdikim. Berhema sereke ya qedayifa me ya Rihayê penêr û rûnê xwerû ye. Dema ev herdu tehm tên bal hev çêjeke xweş derdikeve holê. Wekî rûnê me yê xwerû penêrê me jî êdî hat tescîlkirin.

Ahmet Oldururê ku li bajêr penêr çêdike jî diyar kir ku tescîlkirina penêrê Rihayê ji bo aboriya bajêr jî wê bi kêr bê û wiha pê da çû: "Tescîlkirina penêrê Rihayê gelekî baş bû. Ev ji bo me serbilindiyek e. Bi tescîlkirinê va firotina penêrê me zêdetir bû. Ji gelek bajarên Tirkiyeyê niha vî penêrî dixwazin û kesên meraq dikin û li tehmê mêze dikin jî zêde bûn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE