“Perestgeha herî kevn a dinyayê”

Sala 2019an wê li Tirkiyê wek sala Xirabreşkê were ragihandin...

“Perestgeha herî kevn a dinyayê”

Sala 2019an dê wek sala xirabreşkê were îlankrin. ev mizgînî wezîrê çand û turîzmê mehmet nuri ersoy da xelkê rihayê. sala pêş me dê ji bo vê mîrata dîrokî li tevahiya dinyayê xebatên danasînê werin kirin.

Xirabreşk wek perestgeha herî kevn a dîrokê tê zanîn.

Piştî hat kifşkirin dengekî mezin veda.

Ji bo danasîna vê mîrateya dîrokî, niha wezareta çand û turîzmê jî xebatek da destpêkirin.

Sala 2019an dê wek sala Xirabreşkê were ragihandin.

Ez mizgînî bû şahiya Rihayiyan.

Xirabreşk di tîrmeha borî de ketibû lîsteya mîrateyên mayînde ya dinyayê ya UNESCO’yê.

Di nav 3 mehan de gelek turîst hatin perestgehê.

Ji bo sala 2018yê armanc milyonek turîst bû lê tenê di nav 9 mehan de ewqas turist hatin dîtina xirabreşkê.

Niha xebera ku dê sala 2019an bibe sala Xirabreşkê gelê karsazên turîzmê yên Rihayî kêfxweş kir.

Di sala 2019an de ji bo danasîna vê mîrateya dîrokî dê li çar aliyê dinyayê xebat werin kirin.

Dîroka nûkirinê: 02 Mijdar 2018, 17:39
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE