Li Erdîşa Wanê xwendekara pola 8emîn Hayrûnîsa Sînoglu di pêşbirka kompozîsyonê de li navçeyê bû duyemîn. Xwendekarê wek xelat pere qezenc kir. Pereyê ku kar kir jî bexşê heyva sor kir.
Di çarçoveya 12ê adarê roja qebûlkirina marşa azadiyê de pêşbirka kompozîsyonê hat lidarxistin.
Hayrûnîsa Sînogluya ku li erdîşa Wanê dijî di vê pêşbirkê de li navçeyê bû duyemîn.
Hayrunîsayê 200 lîre xelat qezenc kir û ew pere bexşê Heyva Sor kir.
Endamên Heyva Sor jî çenteyê piştan diyariyê xwendekarê kirin.
Endamê Heyva sor Erkan Kiliç got bila ev xwendekar ji hevalên xwe re bibe mînak.
Mehmet Akîf Ersoy jî dema di pêşbirka marşa azadiyê de bibû yekemin, pereyê ku qezenc kiribû dabû Heyva Sor.