Li Midyada Mêrdînê di bin banê navenda piştgiriya malbatan de perwerdeya dirûtina cilên kurdî û herêmî tê dayîn. jinên navçeyê bi xêra kursê him hînî dirûtinê dibin, him jî ji niha ve ji bo malbata xwe pere qezenc dikin.
Midyata Mêrdînê yek ji wan navçeyan e ku gelekî bala turîstan dikişîne.
Turîst eleqeyeke zêde nîşanî berhemên dîrokî û cilûbergên herêmî didin.
Li Navenda Piştgiriya Malbatan ji bo eleqeya turîstan kursa dirûtina kincên Kurdî û herêmî hat vekirin.
Jinên Midyadî li kursê cilên binexş û gelek xweşik didirûn.
Gelek jin li kursê him hînî karekî dibin, him jî pere qezenc dikin.
Kursiyer wê heta sezona turîstan bixebitin û amadehiyên xwe bikin.