Li Adilcevazê li Deşta Gulıstanê wextê komkirina petîxan dest pê kir. Petêxên Adilcevazê bi tahma xwe ya şêrîn gelekî bi nav û deng in, jê re dibêjin petêxên hingivîn jî.
Li Adilcevaza Bitlisê, li Deşta Gulistanê wextê komkirina petêxan e.
Cotkarên herêmê di meha Îlonê de ber û debra xwe kom dikin û dişînin çar aliyên welêt.
Petîx, gundor an jî kelekên deşta Adilcevazê bi tehma xwe ya şêrîn gelekî navdar in, jê re dibêjin petêxên hingivîn jî.
Di vê heyamê de li deştê gelek kes dixebitin û bi vê bazarê salane nêzî 30 milyon lîre pere dikeve nav xelkê Bilîsê.