Pira sêyemîn a bajêr tê avakirin

Xebat û projeyên binesaziyê yên li Efrînê bê navber dewam dikin 

 Pira sêyemîn a bajêr tê avakirin

Encûmena Efrînê bi piştgiriya hikûmeta demkî ya sûriyê ji bo xurtkirina binesaziya bajêr dest bi projeyeke nû kir.  

di çarçoveya projeyê de pira sêyemîn a bajêr tê çêkirin.  

bi saya vê projeyê bazirganiya di navbera efrîn û tirkiyê de wê geştir bibe.  

Piştî rizgarkirina Efrînê xizmetên binesaziyê bê navber dewam dikin.  

Hikûmeta Demkî ya Sûriyê bi piştgiriya Encûmena Xwecihî ya Efrînê pireke nû ava dike.  

Riya ku tê hazirkirin him deriyê sînor ê herêma Şaxa Zeytûnê û bajêr him jî riya Idlîb, Efrîn û Ezazê bi hev ve  girê dide.  

Serokê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê Abdurrahman Mustafa li ser giringiya projeyê axivî û got xizmetên binesaziyê dewam dikin.  

”Beriya vê li vir her tim bûyerên terorê diqewimîn.  

Piştî rizgarkirina Efrînê xizmet dest pê kirin û bi şev û roj dewam dikin.  

Ev pira sêyemîn a Efrînê ye. Dirêjiya pirê 60 metre, firehbûna wê 20metre, bilindbûna wê jî 8 metre ye. ” 

Bi înşeata pirê riya bazirganiyê jî tê hazirkirin. Bi saya vê wê bazirganiya di navbera Efrîn û Tirkiyê de geştir bibe. 

Çav li rê ne çêkirina pirê di nav 6 mehan de biqede û dest bi xizmetê bike.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE