Piraniya miyan cêwî anîn

Ji ber ku şîrê mihan têra wan nake şivan bi bîberonê şîr didin berxikan…

Piraniya miyan cêwî anîn

Li Muşê, li çewligekê piraniya miyan cêwî anîn. Ji ber ber ku şîrê miyan têrê berxikan nake, şivan bı bîberonê şîr didin wan.

Ji bo pêz wextê zayînê dest pê kir. Bi vê yekê re xebata li axuran jî zêde bû.

Li Muşê li çewligeke pezan, piraniya mihan coteberxik anîn.

Di van 10 rojan de 65 miyan za, 130 berxik li axur zêde bûn.

Hêj gelek miyên avis jî hene. Dema zayînê wê nêzî 15 rojên din bidome.

Şivan niha bi ser xwe de diponijin ka ew ê çawa bigihêjin berxikan ku wan têr bikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE