2 pismamên sêrtî him ji bo bazirganiyê him jî ji bo ku fêda wan bigihêje bajarê wan kafeya pirtûkan vekir. ciwan dixwazin xwendekar li vê derê bikaribin ders bixebitin û wexta xwe bi xwendinê derbas bikin.
Tu ferqa vê kafeyê ji pirtûkxaneyekê tune ye..
Li vê kafeyê ji roman, çîrok û pirtûkên helbestan bigrin heta pirtûkên ezmûnan her cureyên pirtûkan hene.
Xwediyê vê projeyê jî Serkan Şahin e.
Wekî ku Serkan jî got; çima li Sêrtê kafeyek wisa tune be.
Ciwanan ji niha ve ji kafeyê gelek hezkirine.
Bi saya projeya Serkan îro bi dehan xwendekarên zanîngeh û lîseyê tên li vê kafeyê dersa xwe dixebitin û pirtûkan ji vir peyda dikin.