Pisîkên Vanê dibin xwedî "belgeya sihetê ya navneteweyî"

Ji bo pisîkên Vanê yên ku bi taybetiyên xwe balê dikşînin êdî bi belgeya sihetê ya navneteweyî ya ku hemû agahiyên der bar da li serê dinivîsin tê amadekirin û bi wê ewraqê teslîmî xwedî tê kirin.

Pisîkên Vanê dibin xwedî "belgeya sihetê ya navneteweyî"

Navenda Sepandin û Lêkolîna Pisîka Vanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yil a Vanê ji bo pisîkên Vanê yên ku cisnê wan di bin parastinê da ne "belgeya sihetê ya navneteweyî" amade dike.

Pişîkên Vanê yên bi dostxerîbî, pirça sipî ya wekî hewirmiş, meşa wekî şêran, poçika dirêj, çavên rengê wan cuda û hezkirina ji avê tên zanîn ji bo bajêr mîrata çandî ya zindî ne û ji bo parastina wan jî xebat didomin.

Di çarçoveya vê armancê da jî li di bin banê zanîngehê da li bajêr "Qesra Pisîkan" hat avakirin û pisîkên Vanê li vê derê tên xwedîkirin û kesên bixwazin tên û wan li vê derê ziyaret dikin.

Ji ber şewba Kovîd-19ê cihên ji bo pisîkan hatine cihêkirin û ew lê dimînin tê paqijkirin û cihê av û xwarina wan jî tên şûştin û li Navenda Sepandina û Lêkolîna bo Pisîkên Vanê jî xebatên zanistî didomin.

Bi armanca parastina cisnê pisîka Vanê û zêdebûna wê projeya "ji her amlekê ra pisîkeke Vanê" ji alî navendê va hat destpêkirin û di vê çarçoveyê da jî ji bo wan nasnameya navneteweyî ya ku hemû agahiyên der heq wan da li serê nivîsîne tên amadekirin.

Di belgeya sihetê ya navneteweyî ku wek nasname tê bikaranîn da nav, cisin, zayend, rengên çavan, taybetiya qemçikê, rewşa sihetê û gelek agahiyên din tên nivîsîn û pisîk wisa teslîmî kesên li wan xwedî derdikevin tên kirin.

Kesên li wan pisîkan xwedî derdikevin jî nasnameyê hildidin û gorî wan agahiyan tevdigerin û pisîkên xwe xwedî dikin.

Hejmara ziyaretvanan kêm bû

Prof. Dr. Abdullah Kayayê Midûrê Navenda Lêkolîna Pişîkên Vanê ya Zanîngeha Yuzunci Yilê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sala 2020î ji bo pişîkên Wan zor derbas bû.

Kaya got ji ber ku nexweşî derket hin tevdîr hildan û wiha pê da çû: "Me lêkolîn kir ku gelo nexweşî di nav heywanan da belav dikbe an na. Me qasî demekê ziyaret qedexe kirin. Me temas birîn ku însan dest nedin pişîkan. me hemû tevdîr hildan. Me hetanî normalbûna bi kontrol ev domand. Bi tenê wezîfedaran temaseke kêm danîn û me pêvajo bi serketî îdare kir. Bêyî rîsk em hatin vê rojê."

Kaya bal kişand ser girîngiya ziyaretê û diyar kir ku beriya nexweşiyê merivan navend ziyaret dikirin û ji pişîkan hez dikirin, ev ji bo pişîkan zehf girîng bû.

Kaya got berê di rojê da 800 ziyaretvan dihatin û di dema nexeşiyê da hejmar ji sedî 80 kêm bû, bi kêmbûna tesîra nexweşiyê va jî bawer dikin ku hejmara ziyaretvanan ew ê zêde bibe.

"Nasnemya her pişîkê heye"

Kaya qal kir ku hemû pişîkên li navendê hildan bin qeydê û ev gotin:

"Em saziyeke wisa ne ku hewl dide pişîkên Vanê yên orîjînal bi dest bixe. Lewra divê em rabirdûya her heywanê bizanin. Dema we pedîgriya (secere) heywanekî girt derfeta we çêdibe ku hûn bibînin ku ew heywan di nav salan da çawa tevgeriyaye, kîjan gen derketine pozîsyona çalak, kîjan ketina pozîsyona pasîf. Ji ser daneyên ku tên bidestxistin xebata islahê tê kirin. Ji ber vê yekê girtin pedîgriya pişîkên Vanê gelekî girîng e. Ji bo ku bikarin bikevin pergala qeydê ya navneteweyî qeyda paşeroja 3 salî tê xwestin. Em ev 5 sal e hemû paşerojên pişîkên Vanê qeyd dikin."

Kaya da zanîn ku nasname û dosyeya her pişîkê heye, di van nasnameyan da jimara têjikên anîne dinê, taybetmediyên têjikên bav û diya wan anîne dinê, kîja têjik performanseke çawa nîşan dide ev yek bi hemû aliyan va bi berfirehî tên qeydkirin û got ku "Hemû agahiyên pişîka ku lê xwedî derdikevin û xwediyê pişîkê yê nû jî di vê pergalê da qeyidkirî ye. Me li Tirkiyeyê pişîka Vanê dabe kî, li ku ye û di çi rewşê da ye em ji ser vê pergala qeydê kontrol dikin."

- "Rast nîne ku wek diyarî bê pêşkêşkirin"

Kaya destnîşan kir ji ber ku cisnê wan di bin parastinê da ye qedexe ye ku pişîkên Vanê derxînin dervayî welêt û axaftina xwe wiha temam kir:

"Şirketên rêhewayê jî ev yek qebûl nakin. Destûra Wezareta Çandinî û Daristanê hewce dike. Mimkûn nîne ku wê destûrê hildin. Şûna vê em dixwazin ku li her malê li Tirkiyeyê pişîkeke Vanê hebe. Em vê bi sertîfîka dikin. Em pişîka ku xwedî lê derdikevin li cihê ku lê dijî jî teqîb dikin. Ji aliyê din va rast nîne ku heywan wek diyarî bê pêşkêşkirin. Ev mijar gelekî hesas e. Zindiyeke nû dihlînin malê. Ev biryar divê ewqas hêsan nebe. Heke dilê mirov ji bo xwedîkirina heywanê tunebe şaş e ku wek diyarî bê dayîn."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE