Pişîkên Wanê derdikevin ser dikê

"Başak" û "Su"ya pişîkên Navenda Lêkolîna û Perwerdeya Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê hildabûn parastinê ew ê ji bo pêşbaziyê derkevin ser dikê

Pişîkên Wanê derdikevin ser dikê

"Başak" û "Su"ya pişîkên Navenda Lêkolîna û Perwerdeya Pişîkên Wanê ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê (YYU) hildabûn parastinê ew ê di Pêşbaziya Pişîkên Dilşad a Navneteweyî ya li Stenbolê were lidarxistin da derkevin ser dikê.

Pişîkên Wanê yên bi dostxerîbî, pirça sipî ya wekî hewirmiş, meşa wekî şêran, poçika dirêj, çavên rengê wan cuda û hezkirina ji avê tên zanîn ji bo bajêr mîrata çandî ya zindî ne.

Pişîkên bi destê Navenda Lêkolîna û Perwerdeya Pişîkên Wanê ya YYUyê li "Vîlaya Pişîkan" tên parastin ew ê ji bo "Pêşbaziya Pişîkên Dilşad a Navneteweyî" ya di çarçoveya Fuara Peydakirina Amûrên Heywanên Nav Malê ya Navneteweyî ya 7an da were lidarxistin derkevin ser dikê.

Ji bo "Başak" û "Su" di pêşbaziya ku 250 pişîkên ji welatên cuda beşdar dibin da werin bijartin wezîfedar çi ji destê wan tê dikin. Pişîk bi taybetî tên xwedîkirin, pirça wan tê şekirin û pedîkura wan tê kirin.

- "Ji bo danasîna bajarê me nirxekî mezin e"

Prof. Dr. Abdullah Kayayê Midûrê Navenda Lêkolîna û Perwerdeya Pişîkên Wanê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku sala 2019an ji bo pişîkan saleke bi ber û bereket bû.

Kaya diyar kir ku li Vîlaya Pişîkan 250 pişîk hildan parastinê û wiha pê da çû: "Ji ber ku pişîka Wanê cisnekî endemîk e dibê li ser lêkolîn were kirin û were qeydkirin. Em ji bo vê lêkolînên serkeftî dikin. Me herî dawîn piştî xebata ku 6 salan dewam kir îsbat kir ku pişîkên wanê kerr nînin. Derket holê ku pişîka Wanê kerr nîne. Em ji bo vê kêfxweş bûn."

Kaya got her sal hemû performansa pişîkan dinirxînin, pişîka Wanê ji bo herêmê ji nirxên çandî yên herî girîng yek e, ziyaretvanên tên bajêr "Pişîka Wanê" ziyaret dikin.

Kaya destnîşan kir ku di nav hefteyê da di rojê da 500 kes, dawiya hefteyê jî di nav rojê da 1000 kes tên ziyaretê û pişîk tevkariyeke mezin didin danasîna bajêr.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE