Piştî 3 salan li hev hatin

Du malbatên neyar bi navbeynkariya mezin û rîspiyan li hev hatin

Piştî 3 salan li hev hatin

Li Bozovaya Şanliurfayê beriya 3 salan du malbat, ji ber pevçûnekê bûbûn neyarên hev. Ev neyartiya malbata Gül û Kalay, bi navbeynkariya mezinan, qediya.

Beriya 3 salan di navbera 3 kesên ji malbata Kalay ü Gül şer derket.

Di encama şer de kesekî 22 salî yê ji malbata Gül jiyana xwe ji dest da.

Kujer 25 salan wê di girtîgehê de razê.

Lê malbat ji ber vê bûyera nexweş bûn neyarên hevdu.

Piştî sê salan, mezin ketin navberê û merasîma silhê hat lidarxistin.

Di merasîmê de hemû ferdên malbatan li gorî mesafeya civakî tevgeriyan û maske dan ber devên xwe.

Di merasîma aştiyê de dia hatin kirin û endamên malbatê di bin quranê de derbas bûn.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE