Ji ber gefa terorê di sala 1992yan de ji Kersîwana Mehserta Mêrdînê koçî Amedê kir. Piştî 30 salan dîsa berê xwe da gund. Hayrettin Arasê ku vegeriya gundê xwe li vir çewliga heywanan ava kir û dest bi hilberîna şîr kir. Aras niha şîrê xwe dişîne heta Batman û Şirnexê.
Ji ber gefa terorê ji gund koçî Amedê kir. Lê çawa derfet çêbû, dîsa vegeriya gundê xwe.
Hayrettin Arasê 50 salî ku bi eslê xwe ji Kersîwana Mehserta Mêrdînê ye, ji ber terorê di sala 1992yan de koçî Amedê kir.
Arasê ku 30 salan li Amedê ma biryar da û dîsa vegeriya gundê xwe. Li wirê çewliga heywanan ava kir û dest bi hilberîna şîr kir.
Hayerettin Aras niha rojê 400 lître şîr hildiberîne û difiroşe. Aras dibêje: " Divê gundiyên din jî vegerin û bi karekî re mijûl bibin."
Piştî operasyonên li herêmê, talûkeya terorê hema hema qediya.
Bi saya vê di salên dawî de gelek welatî vedigerin gundên xwe û bi heywandarî û cotkariyê re mijûl dibin.