Piştî 6 mehan gihiştin hev

Li Adanayê Can-Kur’ê dayik û lawikê astengdar anîn cem hev

Piştî 6 mehan gihiştin hev

Her du jî astengdar in û ji ber astengiyan wan nikaribû hevûdin bibînin. Ekîba Can-Kur’ê li Edenê, dayik û lawikê astengdar piştî 6 mehan birin cem hev.

Ev 6 meh bûn ku hevûdin nedîtibûn...Bi hesreteke mezin hembêza xwe di hev werdan...

Dayik û lawikê astengdar ji ber ku di avahiya wan de asansor tune ye nikaribûn biçin ba hev.

Durdu Altınsu, ji bedena xwe astengdar e. Di apartmanê de, di qata duyem de ye mala wê. Di avahiyê de ji ber ku asansor tune ye nikare biçe derve. Lawikê wê Ali Altinsu jî mîna diya xwe astengdar e.

Ali Altınsu, piştî 6 mehan çû serdana dayika xwe.

Lê ji ber ku nikaribû bi kursiya astengdaran derkeve, ji ekîbên xilaskirinê alîkarî xwest.

Ekîba CAN-KUR’ê dayik Durdu Altınsu daxist jêr. Bi vê yekê hesreta wan xilas bû.

Dîroka nûkirinê: 14 Adar 2019, 17:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE