Piştî 70 salan nasnameya xwe stand

Rahişt nasnameya xwe û pêşî bi zilamê xwe re mara fermî birî.

Piştî 70 salan nasnameya xwe stand

Li Erdîşa Wanê jina bi navê Wesîle Taştan 70 salî, heta niha bê nasnameya fermî bû. Herî dawî gİhîşt nasnameya xwe. Wesîle Xanimê bi nasnameya xwe pêşî bi zilamê xwe yê gazî re mara xwe ya fermî birî.

Wesîle Taştan li Erdîşa Wanê dijî. Lê 70 salan bê nasnameya fermî bû.

Herî dawî ji bo nasnameyê serî li Qeymeqamiya navçeyê da û jê re nasnameyek hat derxistin.

Dû re Wesîle xanimê bi mêrê xwe yê gazî Abdurrahman Yıldırım re çû salona Şaredariyê û mara xwe ya fermî birî.

Qeymeqamê Erdîşê Nuri Mehmetbeyoğlu û hin rêvebirên din tevlî merasîmê bûn.

Piştî merasîma fermî kulîlk û hin diyarî dan herduyan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE