Piştî dermankirinê berdan xwezayê

Bûmê birîndar piştî dermankirina 20 rojan berdan xwezayê

Piştî dermankirinê berdan xwezayê

Li Şırnakê midûriya parkên neteweyî û parastina xwezayê, heywanên kovî yên ku birîndar bûne tînin û derman dikin. Piştî dermankirinê wan berdidin xwezayê. Yek ji wan jî bûmê birîndar bû, ew jî piştî dermankirina 20 rojan berdan xwezayê.

Ev der Şaxa Mudaxale Rehebîlîtasyon û Dermankirina Heywanên Kovî ya Parkên Neteweyî û Parastina Xwezayê ye.

Heywanên ku li çolê birîndar bûne li vi derê tên dermankirin.

Waliyê Şırnakê Alî Hamza Pehlivan û rêvebirên bi wî re hatin û heywanên li vê derê kontrol kirin.

Li vê deverê gelek heywan hene, bi awayekî baş li wan dinêrin û xwedî dikin

Yek ji wan jî bûmekî birîndar bû.

Piştî dermankirina 20 rojan waliyê Şırnakê bûm berda xwezayê.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE