Piştî dersên xwe bi berxikan dileyzin

Zarokên gundan bi heywanan re mijûl dibin û bêhna wan derdikeve.

Piştî dersên xwe bi berxikan dileyzin

Şewba koronayê wekî gelek qadan tesîrî perwerdeyê jî kir. Zarok dersên xwe ji malê taqîp dikin û bi piranî li malê ne. Zarokên gundan jî di wextên xwe yên vala de bi heywanan re mijûl dibin û dileyzin.

Dibistan girtî ne, perwerde ji dûr ve tê kirin. Zarokên gundan piştî dersên xwe yên online wextên xwe bi heywanan re derbas dikin.

Li gorî zarokên bajaran siûda zarokên gundan zêdetir e. Lewra him dikarin derkevin derve him jî dikarin bi heywanan re mijûl bibin.

Zarokên gundê Çengilî yê Mûşê ligel hewaya germ li derve ne.

Li gund nexweşî nîn e û dilê malbatan rihet e. Ji bo zarokan kêfa herî mezin jî berxik in.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE