Piştî emeliyatê "Şêrê" li malê tê xweyîkirin

Malbata Çakmakê ya li Aşaxîdolîceya gundê Nazimiyeyê dijî bi salan e heywandariyê dike.

Piştî emeliyatê "Şêrê" li malê tê xweyîkirin

Li Nazimiyeya navçeya Tunceliyê golika navê "Şêrê" lê kirin çaxê teze bû nexweş ket û hat emeliyatkirin. Xwediyên golikê wê li malê wekî zarokan xweyî dikin.

Malbata Çakmakê ya li Aşaxîdolîceya gundê Nazimiyeyê dijî bi salan e heywandariyê dike.

Malbata piraniya dema xwe ji bo xweyîkirina heywanan xerc dike her roj şeveqê hişyar dibe û di tewleyê de 9 çêlekên xwe xweyî dike.

Malbatê dît ku golika du hefte berê bû namije, li ser vê golik bir Nexweşxaneya Heywanan a Zanîngeha Bîngolê.

Beytar piştî kontrolê golik emeliyat kir û malbatê golika xwe anî gund û navê wê bi Zazakî danî Şêrê.

Ji birîna emeliyatê xirab nebe malbatê golik hilda malê û bi bîberonê xweyî dike. Malbat her roj serê Şêrê dişo û li ber sobeyê xweyî dike.

Semra Çakmaka qîza malê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku gundê wan 180 xaneyî pêk tê, gundî debara xwe bi heywandariyê dikin.

Çakmakê got Şêrê hingî ji maka xwe bû nexweş e ji ber vê em li malê xweyî dikin û wiha pê da çû: "Em şîrê maka wê bi bîberonê didin û di rojê da 5 caran dimêjînin. Ferqa wê û zarokekê tune û em di nav malê da xweyî dikin. Wekî zarokan di nav malê da dilîze, em jî pê dikenin."

Akîfe Çakmaka dayik jî got Semraya qîza wê hetanî ji destê wê tê golikê baş xweyî dike.

Çakmakê got golik bû şahiya malê û wiha axivî: "Xêncî qîza min kesek li cem min tune û em piraniya dema xwe bi golikê ra derbas dikin. Em şîr didinê û hin caran jî dişon."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE