Piştî koronayê gund bi qîmet bûn

Bi hezaran malbat ji bajaran vegeriyan gundan

Piştî koronayê gund bi qîmet bûn

Şewba koronayê cazîbeya İstanbulê xelas kir. Lewra ji qelebalixê vîrûs belav dibû û di rojên qedexeyê de jiyan dihat sînordarkirin. Ji ber vê yekê gelek kes vegeriyan gundan.

Nexweşiya koronayê çand û jiyana mirovahiyê guhert.

Di çarçoveya tevdîran de zarok û extiyar ji mal derneketin û jiyan hat sînordarkirin.

Di pêvejoya koronayê de jiyana bajarên mezin zêdetir zor û zehmet bû. Ji ber vê yekê gund bi qîmet bûn.

Malmata Parçaci ji ber tunebûnê 15 sal berê ji gundê Pîrhûseynayê koçê İstanbulê kir.

Bakî Parçaci di karê tekstîlê de dişuxilî û bi zor û zehmet 9 zarokên xwe xwedî kirin.

Piştî ku şewba koronayê derket malbata Parçaci vegeriya gundê xwe. Ji xwe re xanî lêkirin û ajal sitendin.

Bakî û Vesîle Parçaci dibêjin jiyana gund ji ya bajêr rihettir û xweştir e, em gundê xwe bi İstanbulê naguherînin.

Jiyana gund ne bi tenê ji bo mezinan ji bo zarokan jî bi tehm e.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE