Ewilî li Mêrdînê dest bi çêkirina xwarinên malê kirin, pişt re îş û karê wan mezin bû û vê carê jî hatin li Enqerê loqanteyek vekirin. Sedef û Perîxan xanima Mêrdînî niha tehm û lezeta xwarinên Mêrdînê bi Enqereyiyan didin tamkirin.
Ewilî li memleketê xwe Mêrdînê dest bi çêkirina xwarinên herêmî kirin.
Ji ber tam û lezeta xwarinên wan di demeke kurt de gelek mişteriyên wan çêbûn.
Sedef û Perîxan xanima ku bi hev re dest avêtin vî karî, niha ji bo mezinkirna karên xwe bi şev û roj dixebitin.
Herî dawî li ser daxwaza mişteriyan li paytext Enqerê jî loqanteyek vekirin û li vir dest bi çêkirina xwarinên herêmî kirin.
Muteşebîsên ku ji niha ve sîparîşan digirin, bênavber dixebitin.
Perîxan xanim dibêje: “Bi rûniştinê tu tişt çareser nabe, divê hemû jinên me dest biavêjin karekî û bixebitin.”