Piştî paqijiyê 6 bircên dîrokî wê bên restorekirin

Bi dirêjahî 5 hezar û 800 mêtre û bi bilindî 12 metre ne. Sûrên Diyarbekirê ji fezayê ve jî xuya dibin.

Piştî paqijiyê 6 bircên dîrokî wê bên restorekirin

Bedena Diyarbekirê bi meziniya xwe di dinyayê de kelha duyem e. UNESCOyê sûrên dîrokî 5 salan beriya vê wek mîrata cîhanê qebûl kir. Lê mixabin hin merivan kelha bihişmet gemarî kiriye. Ji bo paqijkirin û restorasyona 6 bircan xebatê dest pê kir.

Bi dirêjahî 5 hezar û 800 mêtre û bi bilindî 12 metre ne. Sûrên Diyarbekirê ji fezayê ve jî xuya dibin.

Kelha Diyarbekirê ji sala 2015an bi vir ve di Lîsteya Mîrata Çandî ya Dinyayê ya UNESCOyê da ye.

Lê mixabin şêniyê Diyarbekirê heta niha qedir û qîmet nedaye bedana bihişmet.

Bi talîmata walî Mûnîr Karaloglu wezîfedaran ji bo paqijî û restorasyona bedena dîrokî dest bi xebatên taybet kir.

Niha ekîbeke qerebalix derdora sûrê û nav bircên tarîxî paqij dike.

Ji bo ku kelha mezin neyê lewitandin wê 6 bircan bên restorekirin.

Wali Mûnîr Karaloglu û qeymeqamê Sûrê Evdilla Çiftçi şixulên kelha dîrokî kontrol kirin.

Waliyê Diyarbekirê Münir Karaloğlu: “Restorasyon wê ji deriyê Rihayê dest pê bike. Me îro îhaleya wê îmze kir. Em ê kelha dîrokî ji bo tûrizma çandî hazir bikin. Lewra hedefa me ew e ku salê milyonek tûrîst bibin mêvan...”

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE