Li Qersê fîrmayeke deterjanan ji bo jinan projeyeke piştgiriyê da destpêkirin. di çarçoveya projeyê de jinên ku li qersê çandiniya botav ango kantaronê bikin, wê berê xwe bidin vê fîrmaya deterjanê.
Kantaron ango botav di sektora kozmetîkê de gelek tê bikaranîn.
Îsal ji bo çandiniya botava şîn fîrmayeke taybet a kozmetîkê wê li Qersê piştgiriyê bide jinan.
Bi projeyê tê xwestin ku jin hilberînê bikin.
Di çarçoveya projeyê de wê fîrma ji cotkarên jin kantorana şîn bistîne û di sektora kozmetîkê de bi kar bîne.
Li etar û piyaseyan kîloyeke kantorona şîn ji 450 lîreyî dest pê dike.