Saziya piştgiriyê ya pêşxistina çandinî û heywandariyê ya Muşê, projeyên guncav yên heywandarî û çandiniyê erê dike. Li Muşê ger 25 projeyên di vî warî de, li gorî şert û mercên xwe bi ser bikevin, wê 6 milyon lîre piştgiriya hîbeyê bê dayîn.
Li Muşê Saziya Piştgiriyê ya Pêşxistina Çandinî û Heywandariyê projeyan erê dike û proje tên îmzekirin .
Heta niha 25 proje hatin erêkirin û butçeya van projeyan 9 milyon lîre ye.
Ger ev proje bi serkeftî bên temamkirin, dewlet wê ji bo çandinî û heywandariyê, ji cotkaran re 6 milyon lîre hîbe bike.
Ji bo çandinî û heywandariya herêmê bi pêş bikeve piştgirî tên dayîn.