Piştgiriya ji bo cotkaran

Di Projeya Başkirina Ajotina Zeviyên Çandiniyê de li cotkaran 360 ton genimê tov hat belavkirin. 

Piştgiriya ji bo cotkaran

Li Herêmê Dewlet bi awayên cuda piştgiriyê dide cotkaran. li Wanê ji sedî 75ê wê hîbe 360 ton genimê tov li cotkaran hat belavkirin. li Gevera Colemêrgê xebatkarên midûriyeta çandiniyê diçin gundan û cotkaran agahdar dikin. li Qosera Mêrdînê jî ji bo tekoşîna li dijî qimilan 300 kewên gozel berdan xwezayê. 

Li Wanê ji bo cotkaran xebateke alîkariyê hat kirin. 

Di Projeya Başkirina Ajotina Zeviyên Çandiniyê de li cotkaran 360 ton genimê tov hat belavkirin. 

Waliyê Wanê û gelek rayedar tevlî merasîma belavkirinê bûn. 

Cotkarên Wanê dixwazin ku dewlet zêdetir piştgiriyê bide wan 

Li Gevera Colemêrgê Midûriyeta Çandiniyê ji bo cotkarên li gundan xebateke taybet da destpêkirin. 

Xebatkarên Midûriyeta Çandiniyê di çarçoveya xebatê de gund bi gund digerin û di gelek mijaran de cotkarên li gundan agahdar dikin. 

Cotkar ji ber agahdarkirina Midûriyeta Çandiniyê gelek kêfxweş in. 

Li Qosera Mêrdînê ji bo tekoşîna li dijî qimilan xebateke taybet hat kirin. 

Bi xêra karsaz Cebraîl Dinler 300 kewên gozel ji bajarên din hatin standin. 

Dûv re jî li çola navçeyê hatin berdan. 

Rayedarên navçeyê ji welatiyan dixwazin ku gelek hay ji kewên gozel hebin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE