Piştgiriya ji bo heywandariyê

Pispor xerzên masiyên sorbelek jê werdigrin û tevî bizrên ên nêr dikin

Piştgiriya ji bo heywandariyê

Li Vanê 37 tesîsên masiyên sorbelek hene ku tê de nêzî 4 hezar ton masî tê hilberîn. Pisporên ji rêvebiriya çand û heywandariyê jî her tim diçin serdana tesîsan û xerzên wan jê werdigrin.

Ji bo hilberîna endûstriyê li Vanê 37 tesîsên masiyên sorbelek ên çem hene.

Her sal bi qasî 4 hezar ton masî lê tê hilberîn.

Tîmên girêdayî rêvebiriya bajêr a çand û heywandariyê her heyamê li wan tesîsan kontrolan dikin.

Ligel kontrolan karkerên tesîsê hînî wergirtina xerz an jî hêkên masiyan dibin.

Xerzên zindî yên masiyên mê bi bizrên ên nêr tên tevdan û di heman teştê de tên sekinandin.

Xerz bi demê re dibin ferxik û masîgerî her tim wisa didome.

Hilberîna masiyan çiqas zehmet be jî bi saya tîmên wezaretê kar û bar hêsantir dibe.

Dîroka nûkirinê: 05 Adar 2020, 14:19
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE