Piştgiriya ji bo kal û pîran

Şaredariya Mardinê li extiyaran cihazên medîkal belav kirin 

Piştgiriya ji bo kal û pîran

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li kal û pîrên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê zehmetiyê dikişînin cihazên medîkalê yên wek sandalyeyên biakû, cihazên pîvandina şekir û tansiyonê belav kirin. welatiyên ku cihazên xwe girtin spasî şaredariyê kirin.  

Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê extiyar û hewcedarên bajêr tene nahêle. 

Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya Şaredariyê, li kal û pîrên ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê zehmetiyê dikişinin cihaz û malzemeyên medîkal belav kirin. 

Şaredariyê di serî de sandelyeyên biakû, sandalyeyên destan, gopalên bikursî, cihazên pîvandina tansiyon û şekir gelek cihaz û malzeme belav kirin. 

Welatiyên ku cihazên xwe girtin, di serî de Walî Mahmut Demirtaş spasî hemû rayedar û berpirsên şaredariyê kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE