Serok Recep Tayyip Erdoğan ji bo alîkariyê bang kir, gelek sazî û kesan bexîş kirin. Alîkariyeke din a hestiyar jî ji manisayê hat kirin. 2 birayên cêwî, pereyê ku wê ji xwe re pê bisîletek bikiriyana dan kampanyayê.
Li ser banga Serok Recep Tayyip Erdoğan niha her kes dibêje em bêsî xwe ne û bi qasî qeweta xwe piştgiriyê dide kampanyayê.
Li Manîsayê du birayên cêwî bi pereyê ku wê ji xwe re bisiklet bikiriyana dan kampanyayê.
Yusuf û Yağiz bi bavê xwe re çûn bankayê û gotin em bi xwe, besî xwe ne û perê xwe razandin hesabê kapanyayê.
Li Ercişa Vanê jî zaroka bi navê Esin Afra Karacayê qumbereya xwe vekir û perê xwe ji bo alîkariya welatê xwe şand.
Esin Afrayê got em bi xwe besî xwe ne…