Ji ber şewba vîrûsa koronayê xebatkarên tenduristiyê bi şev û roj dixebitin. Li Batmanê jî loqenteyekê xwarin û şîranî amade kir û li xebatkarên tenduristiyê belav kir.
Xebatkarên tenduristiyê li dijî şewba vîrûsa koronayê bi şev û roj dixebitin û têkoşîneke dijwar didin.
Li Batmanê, loqenteyekê ji bo ku kêfa xebatkarên tenduristiyê xweş bike û piştgiriyê bide wan projeyek li dar xist.
Personelên loqenteyê ji bo hezar û 500 kesî xwarin û şîranî amade kirin.
Xwarin û şîranî birin nexweşxaneyên bajêr û li xebatkarên tenduristiyê belav kirin.