Piştî şîrê dayikan hejîrên Derikê tên

Li Dêrika Mêrdînê komkirina hejîran dest pê kir...

Piştî şîrê dayikan hejîrên Derikê tên

Li Dêrika Mêrdînê komkirina hejîran dest pê kir. Li gorî baweriya Dêrikiyan hejîrên dêrıkê qasî şîrê dayikan bi fêde ye. Hejîrên ku li herêmê deng vedane hema hema diçin hemû bajarên herêmê.

Berhevkirina hejîrên Dêrîka Çiyayê Mazî dest pê kir. Li gorî welatiyan hejîrên dêrikê piştî şîrê dayikan tişta herî baş û bi feyde ye. Li Dêrikê 9 cûre hejîr hene. “boçik, zerik, şînik, erbanî, çayîkî, qilêrî, sincarî, kalokî û reşik jî navê wan e.

Cotkar destê sibehê hejîrên xwe kom dikin û ji bo firotinê qaseyan tijî dikin. Hejîrên Dêrikê bi nav û deng in û li bajarên herêmê jî tên firotin.
 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE