Pîknîka ji bo moral û motîvasyona xwendekaran

Xwendekarên ku wê bikevin ezmûnan ligel mamosteyan pîknîk kirin.

Pîknîka ji bo moral û motîvasyona xwendekaran

Li Midyada Mêrdînê ji bo xwendekarên ku wê bikevin ezmûnan, fealiyetên ji bo moral û motîvasyonê tên lidarxistin. Xwendekarên ji Diyarbekir, Batman, Şirnex, Hekarî, Mêrdînê ku di lîseya fenê de dixwînin ligel mamosteyên xwe pîknîk kirin.

Ji bo xwendekaran xebata dersan çi qas hewce be, moral û motîvasyon jî ew qas girîng e.

Ji bo vê yekê li Midyada Mêrdînê komek xwendekar û mamoste bi hev re pîknîk kirin.

Xwendekarên ji Diyarbekir, Batman, Şirnex, Hekarî, Mêrdînê yên ku di lîseya fenê de dixwînin govend gerandin, lîstin, kêf kirin. Bi pisîkan re jî mijûl bûn.

Ji bo ku xwendekar bêhtir bi eşk û şewq bi dersên xwe re eleqedar bibin, divê fealiyetên bi vî rengî her tim werin kirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE