Plaj di 1ê hezîranê de vedibin

Li plajên Mersinê amadehî tên kirin…

Plaj di 1ê hezîranê de vedibin

Wekî gelek cihan sibêplaj jî vebin. Ji ber vê yekê li plajan him di çarçoveya tevdîrên li dijî vîrûsa koronayê de amadehî tên kirin.

Tirkiye ji bo normalbûnê li pey hev hin gavan diavêje.

Di vê çarçoveyê de biryar hat dayîn ku plaj jî werin vekirin.

Ji bo vê yekê jî niha li hemû plajan amadehî tên kirin.

Tîma TRT KURDÎ’yê çû plajên Mêrsînê û dîmenên dawî yên amadehiyan kişandin.

Plaj li gorî birara tevdîran tên amadekirin.

Bi vî awayî dê him pêşî li belavbûna vîrûsa koronayê were girtin, him jî dê welatî bi dilekî rehet biçin plajan.

Her wiha tîmên Şaredariya Bajarê Mezin jî plajan amade dikin.

Xebatkarê şaredariyê got, ‘’Roja duşemê dê peravên me ji bo welatiyan nebin. Em bi lez û bez xebatên xwe yên amadehiyê dikin. Ji me re gotin bila şezlong metreyek û nîv ji hev dûr bin. Lê em nêzî 5 metre ji hev dûr datînin. Em gelek girîngî didin tenduristiya welatiyên xwe.’’

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE