Li Elazığê “Platforma Dermanê Dinyayê Qencî ye” alîkariya du mexdûrên astengdar ên erdheja Elazığê kir. Platformê, 2 sandalyeyên biekû wek xelat dan mexdûran.
Ji bo mexdûrên erdheja Elazığê bi her awayî alîkarî tên kirin.
Yek ji wan alîkariyan jî ji aliyê “Platforma Dermanê Dinyayê Qencî ye” ve hat kirin.
Platformê ji bo astengdarên bi navê Uğur û Deniz Elekçi kampanyayeke alîkariyê li dar xist.
Bi vê kampanyayê ji bo her du astengdaran sandalyeyên bi ekû kirîn û dûv re jî teslîmî malbatê kirin.
Malbatên astendgaran ji vê alîkariyê kêfxweş bûn.
Êdî Uğur û Deniz dê bi serê xwe bikaribin derkevin derve û ji xwe re bigerin.