Pênc xwehan bi tabloyên xwe pêşaneyek vekirin.

Pêşangeh dê heta 11ê Berfanbarê li Galeriya Hunerê ya Sumerparkê vekirîbe.

Pênc xwehan bi tabloyên xwe pêşaneyek vekirin.

Li Diyarbekirê heştê û heft resmên ku ji aliyê pênc xwehan hatine çêkirin di pêşangehekê de hatin pêşkêşkirin. welatiyan eleqeyeke mezin nîşanê van tabloyên ji hev xweşiktir da. navê pêşangehê "her pênc li ba hev" e û wê heta 11ê berfanbarê li sumerparkê vekirîbe.

Li Diyarbekirê Rozerin, Aleyna, Dilara Nur, Elif Ecrin û Ebru Eylül Özdemir xwehên hev in û her pênc jî xwedî meharet û hunerê ne.

Her pênc xwehan bi navê "Her pênc li ba hev" pêşaneyeke resman vekir û tabloyên xwe pêşkêş dikin.

Xweha mezin 24 ya biçûk jî hêj 9 salî ye. Bavê wan bi hunermendiya keçên xwe serbilind e.

Di pêşangehê de 87 tabloyên ku bi teknîkên cûr bi cûr hatine çêkirin hene.

Hunermend û welatiyên li pêşangehê geriyan bûn heyranê resm û tabloyên wan.

Walî û burokratên bajêr jî li pêşangeha 5 xwehan geriyan û jê kêfxweş man.

Pêşangeh dê heta 11ê Berfanbarê li Galeriya Hunerê ya Sumerparkê vekirîbe.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE