Li Midyada Mêrdînê hêzên ewlekariyê tenê ji bo ewlehiya welatiyan naxebitin. Herî dawî hin polîs û xwendekaran, rahiştin xurekan û birin mala pîrejineke feqîr. Polîsan dît ku li ber deriyê pîrejinê berf e. Ka em bınêrın dûv re çı bû?
Dema ku behsa hêzên ewlekariyê tê kirin, her tim ewlehî tê bîra mirovan.Lê polîs gelek caran diçin hawara welatiyan jî.
Li Midyada Mêrdînê hin polîs û xwendekarên lîseyê ji bo alîkariya pîrejineke feqîr ketin dewrê.
Ji pîrejinê re gelek xurek birin. Polîsan dît ku li ber deriyê welatiya feqîr berf heye.
Ji ber vê yekê jî berfa li ber mala wê paqij kirin.
Pîrejina ku bi tena serê xwe dijî, ji polîs û xwendekaran re spas kir.