Polîsan alîkariya heywandaran kir

Polîsên trafîkê heta ku pez ji navenda bajêr derket alîkarî da wan

Polîsan alîkariya heywandaran kir

Li Colemêrgê, heywandarekî li ser riya Wan û Colemêrgê pezê xwe dabû pêşiya xwe û dibir. Ji ber ku hejmara heywanan zêde bû di tarfîkê de astengî çêbû. Polîsên trafîkê heta ku pez ji navenda bajêr derket bi wan re bûn û bi anonsan rê vekirin.

Bi germbûna hewayê re heywandar pezê xwe didin ber xwe û ber bi cihên hênîk ve koç dikin.

Heywandarek bi pezê xwe ji Cizîrê derket û ber bi çiyayên Colemêrgê ve bi rê ket.

Dema ku heywan ji navenda Colemêrgê re derbas dibûn di trafîkê de astengî çêbû.

Polîsên trafîkê heta ku pez ji navenda bajêr derketiye rê vekirin û bi anonsan piştgirî dan heywandaran.

Hin ajokar ji wesaîta xwe daketin û bi telefonan dîmenên heywanan girtin.

Heywandar her sal vê demê bi rêwitiyeke zor û zehmet heywanên xwe dibin zozanan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE