Projeya avdana deşta Muşê

Tê plankirin ku bi vê projeyê 78 hezar û 500 hektar zevî bê avdan 

Projeya avdana deşta Muşê

Midûriya kar û barên avê yên dewletê ya Mûşê, dest bi amadehiyên projeya avdana deşta mûşê kir. tê plankirin ku bi vê projeyê 78 hezar û 500 hektar zevî bên avdan. 

Midûriya Kar û Barên Avê yên Dewletê ya Mûşê, dest bi amadehiyên Projeya Avdana Deşta Mûşê kir. 

Di çarçoveya projeyê de tê plankirin ku ava Bendava Alparslan 2yê bê birin 54 cih û waran. 

Midûrê Kar û Barên Avê yên Dewletê yê Bajêr Servet Fırat, derbarê projeyê de agahî da û got: TOKİ û midûriya me ji bo vê projeyê protokol îmze kirin. 

Bi vê projeyê wê 78 hezar û 500 hektar zevî bên avdan. 

Armanc ew e ku heta dawiya sala 2023an amadehî biqedin û xebat werin destpêkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE