“Projeya bajarên organîk”

12 jinên miteşebis dikana xurekên organîk vekir

“Projeya bajarên organîk”

Jinên Colemergî di projeya “bajarên organîk” de, bi keda xwe debara malê dikin. Bi piştgiriya Wezareta Çandînî û Daristanan konserve, fêkî, sebzeyên hişkirî û gelek tişt li dikanê organîk tên firotin.

Tirşika konservekirî, rîçal, sebzeyên hiş, qaxên fêkiyan û giyayên şifadar…

Bi aweyekî hîjyenîk û estetîk dixin pakêtan.

Li ser her paketê jî nav û naveroka wê dinivisîn.

Ev kargeh bi piştgiriya Wezareta Çandînî û Daristanan, di çarçoveya projeya “Bajarên Organîk” de hat vekirin.

12 jinên miteşebis ketin vê projeyê û paşê kewanî jî tev li projeya xwe kirin.

Jinên li malê van xwarin û vexwarinan amade dikin, pişt re li kargehê dixin paketan û ji bo firotinê tînin wir.

Bi vê projeyê ew him balê dikşînin ser tiştên organîk, him jî kewaniyan tevli kar dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE