Projeya ‘Berberên Mobîl’

Şaredariya Tuşbayê kuaforeke mobîl ava kir û bêpere traşê dike.

Projeya ‘Berberên Mobîl’

Şaredariya Tuşbaya Wanê ji bo zarok, extiyar û astengdaran projeyek da destpêkirin. Li gorî projeyê li navçeyê kesên dûrî bajêr tên tespîtkirin û porên wan bêpere tê çêkirin.

Xebat û xizmetên şaredariyên herêmê yên ji bo gel dewam dikin.

Yek ji wan jî Şaredariya Tuşbaya Wanê ye.

Şaredariyê kuaforiyeke mobîl ava kiriye û kesên dûrî bajêr in traş dike.

Porên zarok, extiyar û astengdaran bêpere tê çêkirin.

Kuafora gerok wê di çarçoveya projeyê de biçe 67 gundan.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE