“Projeya Çêkirina Maskeyan a Bêasteng”

Maskeyên ku astengdaran çêkirin, li cemeata mizgeftê hatin belavkirin.

“Projeya Çêkirina Maskeyan a Bêasteng”

Li Mûşê Tîma Spor û Ciwaniyê ya Astengdaran, di çarçoveya “Projeya Çêkirina Maskeyan a Bêasteng” de maske û secade çêkirin. Piştre jî ew li cemeata mizgeftê belav kirin.

Li Mûşê Tîma Spor û Ciwaniyê ya Astengdaran projeyek li dar xistin.

Navê projeyê jî “Porjeya Çêkirina Maskeyan a Bêasteng” e.

Di çarçoveya projeyê de welatiyên astengdar maske û secade çêkirin.

Maske û seccadeyên ku hatin çêkirin piştre li cemeata mizgeftê hatin belavkirin.

Di çarçoveya projeyê de 8 jin û 2 mêrên astengdar dixebitin û maske û seccadeyan çêdikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE