Wezareta Çandinî û Daristanan projeya “Daristanên Hingiv” da destpêkirin. Pêşiyê dar û kulîlkên cûrbicûr diçînin, paşê jî mêşên hingiv tînin wir. Heta niha li Diyarbekir, Sêrt, Şirnex, Batman, Riha, Mêrdîn û Semsûrê 20 daristanên hingiv hatin avakirin.
Li herêmê bi destê Wezareta Çandiniyê projeya “daristanên hingiv” tê meşandin.
Di çarçoweya projeyê de dar û kulîlkên cûrbicûr hatin çandin.
Paşê jî mêşên hingiv anîn wan deveran.
Bi saya daristanan him xebatên mêşvaniyê hêsantir dibin, him jî ji bo ku her cûre kulîlk hene, tehm û qalîteya hingiv xweştir û baştir dibe.'
''10 û 15 sal beriya niha li van deran yek dar an jî kulîlk tunebû. Her der hişk bû. Niha dar û kulîlk hene û ji bo mêşan jî xwezayeke wisa gelek baş e. Em ji karê xwe memnûn in.”
Heta niha li Diyarbekir, Sêrt, Şernex, Batman, Riha, Mêrdîn û Semsûrê 20 daristanên hingiv hatin avakirin.