Projeya dibistana ekolojîk

Dixwazin zarok ji plastîk û malzemeyên kîmyewî dûr bin

Projeya dibistana ekolojîk

Li Pervariya Siirtê qeymeqamiyê projeya dibistana ekolojîk da destpêkirin. Bi vê projeyê tê xwestin zarok ji plastîk û malzemeyên kîmyewî dûr bin û qîmeta xwezayê hîn zanibin.

Qeymeqamiya Pervariyê bi Projeya Dibistana Ekolojîk bala zarokan dikşîne ser parastina xwezaye.

Di çarçoveya projeyê de di atolyeyan de ji bo zarokan bi malzemeyên darîn pêlîstok, mase û rûniştek tên çêkirin.

Qeymeqamê Pervariyê Aziz Kayabaş derbarê projeyê de xeber da û got zarokên me bi vê projeyê wê qedr û qîmeta xwezayê birin.

Qeymeqamê Pervariyê Aziz Kayabaş: ”Em ê ji dibistanan malzemeyên plastîk derxin. Di atolyeyan de malzemeyên darîn çêkin, tiştên darîn deynin şûna wan melzemeyên plastîk. Her tişt ji bo tenduristiya zarokên me ye.”

Bi vê projeyê tê xwestin zarok ji malzemeyên plastîk û kîmyewî dûr bin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE