Projeya "dika min li ser milên min e"

Xwendekar li dibistanên bajêr hunerên xwe nîşan didin

Projeya "dika min li ser milên min e"

Li Silopiya Şirnexê komek xwendekarên şanoger dibistan bi dibistan digerin, lîstikên şanoyê pêşkeş dikin. Bi projeya "dika min li ser milên min e" xwendekarên şanoger li dibistanan li ser mijarên civakî hunerên xwe nîşan didin.

Bi piştgiriya Wezareta Ciwanî û Sporê projeya "Dika min li ser milên min e" hat lidarxistin.

Di çarçoveya vê projeyê de li Silopiya Şirnexê komek xwendekarên şanoger hunerên xwe nîşan didin.

Xwendekar li dibistanên bajêr digerin, li wir şanoyên xwe pêşkeş dikin.

Li ser mijarên lehengî, têkoşîna li dijî tiryak û terorê derdikevin ser dikê.

Tê payîn ku ev proje bêhtir were dewamkirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE